NûçeRojhilatanavin

Serokê meclisa şêwra islamî teqînên têrorîstî li Brûksêlê şermezar kirin

Serokê meclisa şêwra islamiya Îranê li peyamekê bo serokê parlimana Ewropayê, teqînn vê dawiyê yên têrorîstî li bajarê Brûksêla paytexta Bêljîkê şermezar kirin û xwe şirîkê derd û xemên malbatên gorî û ziyandîtiyên van êrişan zanî.

Li gorî rapora sahar tv, Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra islamiya Îranê, îro li peyamekê bo Martîn Şultzê serokê parlimana Ewropayê got: Siyasetên durû, piştgiriyên berfire yên darayî û çekdariyê ji komên tundrê, destwerdana li karên navxweyî yên welatên rojavaya Asiyayê ji aliyê zilhêzên cîhanê va, ji hegerên sereke yên berfirebûna komên têrorîst di van salên dawiyê da ne.

Larîcanî her wiha got: Têkoşîna li hemberî têrorîsm û tundrêtiyê bi hemî şiklên wê, hewcedarê viyan û pêngava hevpar a civaka cîhanî ye.

Serokê meclisa şêwra islamiya Îranê bi bîr xist ku bi saya hevkariya komkî, em ê ewlehî û aramiyê li cîhanê bibînin.

Di encama teqînên têrorîstî yên sêşemiyê li bajarê Brûksêla paytexta Bêljîkê da 34 kes hatin kuştinê û nêzî 250 kesî jî birîndar bûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê jî berpirsiya teqînên hanê da ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu