ÎranNûçeRojhilatanavin

Biryarnama dawiyê ya meş û rêpîvana roja 13 Abanê

Li biryarnameya dawiyê ya 13 Abanê, gotinên bi îhanet ên serokkomarê Emerîkayê li dijî gelê Îranê û Teşkîlata inqilabî ya Sipahê Psdarên Inqilaba Îslamî, herwiha bikaranîna naveke sexte û şaş ji aliyê Trump jibo kendava hertim Farisê, hatin şermezarkirin.

 Rê û resma meş û rêpîvana roja 13 Abanê îro hevgav li Têhran û bajarên din ên Îranê bi beşdariya  berfireh a gel, xwendevan, xwendekar û berpirsan hat lidarxistin. Li vê merasimê, sloganên  “ Mirin jibo Emrîkayê“ Mirin jibo Îsraîlê“ bi aweyekî berfireh dihatin bihîstin.

Li Biryarnama dawiyê ya meş û rêpîvana seranserî ya 13 Abanê ku wek roja neteweyî ya “ Rawestana li ber Îstikbara Cîhanî“ tê zanîn, hatiye diyarkirin ku netewê Îranê bi parastina moral û  rûhiyeta xwe ya li dijî îstikbarê; bi hişmendî,  agahî û besîreta tam û nepejirandina her cure serdestiya siyasî, eskerî û aborî ya biyaniyan, Emerîkaya cinayetkar tim weke dijminê xwe yê herî sereke  dizane.

Li vê biryarnameyê hatiye destnîşankirin: Gelê Îranê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî weke berbenda qahêm li ser riya destdirêjiya dijminan û komployên îstikbarê li navçê û  her wiha wek kelemêa çavê Emerîkayê û rejîma  narewa û çewt a Îsraîlê herwiha kelema çavê lidijî înqilaban dizane.

Meşvanan herwiha li biryarnameya dawiyê ya meş û rêpîvana seranserî ya 13 Abanê piştgiriya xwe ji gelên mezlûm ên Filistîn, Behreyn, Yemen, Sûriye, Miyanmar û şîeyên mezlûm ên Erebistanê ragihandin, wan herwiha bi weşandina vê biryarnamê piştgirî dan têkoşanên li dijî îstikbarê û heqxwaziyên gişt mezlûmên cîhanê.

Li biryarnama dawiyê ya meş û rêpîvana  13 Abanê hatiye destnîşankirin ku em bi şik û guman berê xwe didin helwêst û nêzîkbûna bi dûrûtî ya welatên ewrûpî li bûyerên navçê û rêketinama navokî û em sipasî û qedirzaniya berpirsên Komara Îslamî ya Îarnê dikin ji bo ku helwêstên cidî li hember kiryarên bidijminatî yên serokomarê Emerîkayê û biryarên zalimane yên kongera Emerîkayê girtine ber xwe.

Li biryarnama  dawiyê ya meş û rêpîvana 13 Abanê herwiha hatiye teqezkirin: Bêsoziyên Emerîka û dewama  boykotan selimand ji me re îsbat kiriye ku îzet û serbixwetiya Îranê tenê bi palpiştiya hêz û şiyanên navxweyî serê xwe digre û aboriya berxwedanê tenê rêçareya pirsgirêkên navxweyî û tenê riya rawestana li ber komployên îstikbara cîhanî bi serkirdetiya Emerîkayê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu