Kongreya Amerîkayê bi pesendkirina biryarnameyekê îdia kir ku Îran li Sehraya Rojavayî hevkariya Bereya polîsaryoyê dike.
Li gorî rapora malpera amerîkî ya Middel East Confîdential’ê, Li vê biryarnameyê ku sê parlementeran bi navên Co Vîlson, Karlos Korbelo û Gêrî Kanlî ew raber kirine, dewleta Mexribê wek hevpeymanê Amerîkayê hatiye piştgirîkirin û hatiye: Amerîka bernameya xweseriya navçeya Sehrayê di bin hakimiyeta dewleta mexribê da ciddî û pêbawer dizane.
Biryarnameya Kongreya Azmerîkayê daxwaza derketina bilez a Bereya Polîsaryoyê (Polisario Front) ji navçeya Sehrayê kiriye û ji qutkirina pêwendiyên dîplomatîk êm Mexribê digel Îranê piştgirî kiriye.
Biryara Mexribêî ji bo qutkirina pêwendiyên xwe digel Îranê di meha Gulana 2018an da demekê piştî sefera Mihemedê Şeşm paşayê vî welatî bo Riyazê pêk hat.
Îdia û helwêstên Amerîkayê yên destwerdana li barê navçeya Sehrayê li halekî ye ku Bereya Polîsaryoyê her cûre têkilliya xwe digel Îranê derew zaniye û ew wek tawanên derew ên dewleta Mexribê daye zanînê.
Wezareta karên derve ya Îranê jî tawanên derbarê têkilliya Îranê digel Bereya Polîsaryoyêî derew û li gorî daxwaza Erebistanê daye zanîn.
Bereya Polîsaryoyê (Polisario Front) tevgerk li Sehraya Rojavayî ye û kontrola hin beşên vê navçeyê girtiye destê xwe. Ev tevger daxwaza cudabûna Sehraya Rojavayî ji Mexribê dike.