NûçeSûriye

Bişar Ceferî: “Israîl gefa li dijî ewlehiya navçeyê ye“

Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Hevkarînekirina Rêjîma Siyonîst a Israîlê digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjioya Atomê û berçavnegirtina vêî rêjîmê ya daxwazên ji bo valakirina Rojhilata Navînê ji çekên tevkujiyê, gefek li dijî ewlehiya navçeyê ye“.

Li gorî rapora Fars News`ê, Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî êvara Îniyê li civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê ji bo hilêkolandina rapora salê ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, her wiha got: “Welatên Rojavayî dixebitin ku raya civata cîhanî ji çekên atomî yên Rêjîma Siyonîst bixalifînin“.

Li ser esasa texmînên cûrbicûr niha derdora 300 kumikên atomî li ber destê Rêjîma Siyonîst hene. Ev hejmara kumikên navokî dikarin dinyayê ji nav bibin.

Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha bal kişande ser piştevaniyên Rêjîam Siyonîst ji komên têrorîst li Sûriyê û got: “Siyonîsm hokarta sereke ya berfirehbûna tundî û şidetê li navçeyê ye“.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîwana piştgiriya Erebistan, Qeter, Tirkiye, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê  û guherandina hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rêjîmam Siyonîst destpê bû.

Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu