NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceferî: Îsraîl pişta komên terorîst ên li Sûriyê digire

Nûnerê Sûriyê yê li Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) got: Rejîma Siyonîst her wekî berê pişta terorîstên li Sûriyê digire.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala televîzyoniya El Ixbariyê ya Sûriyê, Bişar Ceferî, nûnerê Sûriyê li NY, sersariya welatên rojavayî li hember piştgîriya Rejîma Siyonîst ji komên terorîst ên wekî Cibhetunusrê li navçeya dagîrbûyiya Gulana Sûriyê şermezar kir.

Bişar Ceferî ku li civîna Konseya Ewlehiyê li ser rewşa Rojhilata Navînê û mesela Filistînê diaxivî, siyasetên bi dijminatî yên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Sûriyê rexne kirin û ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) xwest cinayetên vê rejîmê bide sekinandin.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), herwiha tevî pêgîriya li ser derketina tam a çekdarên Rejîma Siyonîst ji navçeya Gulana Sûriyê û vegeriyana ser sînorên sala 1967`an, got, artêşa Sûriyê karên pêwîst jibo pêşîlêgirtina ji cihhatina planên dijminane yên Îsraîlê û hevkarên wan ên terorîst, cih anîne.

Bişar Ceferî di eynî demê de destnîşan kir: Zêde ji 50 salan ji êrişên Rejîma Siyonîst û derxistina xelkê Filistînê ji malên wan, kavilkirin û destdanîna ser erd û heyîtiyên wan re derbas dibe û Îsraîl her wek berê biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yên li ser bi dawîanîna dagirkeriyê, ber çav nagire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu