ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Xelata `Milkê Selêman`ê bo kesên pişkdar li destdirêjiya ser Yemenê

Paşayê Erebistanê ferman da ku mehek meaş wekî xelat bidine wan kesan ku li operasiyonên destdirêjiya ser yemenê yên “Bahoza Qahîm“ û “ Zivirandina Hêviyê“pişkdarî kirine.

Li gorî rapora ajansa Mehr News`ê, ji zarê ajansa fermî ya Erebistanê ya ser navê “Was“; Melik Selman paşayê Erebistanê piştî ku ji sefera xwe ya ji Tenceya Merakişê ziviriye Cedê, ferman da ku mehek meaş wekî xelat bidine wan kesên ku li operasiyonên destdirêjiya ser yemenê pişkdarî kirine.

Vê ajansa erebistanî ragihandiye: Melik Selmên ragihandiye ku vê xelatê bidin wan kesên ku pişkdariya operasiyonên “Bahoza Qahîm“ û “ Zivirandina Hêviyê“kirine.

Eva ewil fermana Paşayê Erebistanê li pey zivirîna sefera xwe ya yekmehî ji Tenceya Merakişê ye.

Hevpeymaniya Erebistana Siûdî ji sala 2015`an ve şerekî giran li dij xelkê Yemenê despê kir jibo vegerandina serokomarê revyayî yê vî welatî Ebdrebbeh Mansur Hadî , Li hemberî vê desdirêjiya siûdiyan, hêzên Artêş û yên gelanî ji wan hêzên Ensarullahê û yên Serokomarê berê yê Yemenê Eli Ebdullah Salih li ber xwe didin û karîn şikestên giran tûşî hêzên hevpeymaniya sûidiyan û kirêgirtiyên wan yên wekî El-Qayid, DAIŞ û hêzên Ebdrebbeh Mansur Hadî bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu