CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokmeclisên 6 welatan îro wê li Têhranê bicivin

Duyemîn civîna serokmeclisên Îran, Efganistan, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê wê îro li Têhranê were lidarxistin.

Duyemîn civîna serokmeclisên Îran, Efganistan, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê wê îro bi axavtina Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî li Têhranê destpê bibe.

Sekinîna li hemberî têrorîsmê, ezmûn, istiratêjîyên niha û kivşkirina sîyaseteke nû û kara ya herêmî, berfirekirina peywendîyan û xurtkirina hevkarîya welatên navçê, pêkanîns aştîyê û pêşxistina giştalî û mayinde li navçê ji wan mijarên girîng in ku wê di civîna îro ya serokmeclisên 6 welatên hanê da bên hilkolandin.

Yekem dewra civîna serokmeclisên Îran, Efganistan, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê jî bi mazûvanîya Pakistanê hatibû lidarxistin.

Başa dön tuşu