NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceiferî: NY çavê xwe ser êrişên ser Efrînê digire, Çarenûsa Xûteya Rojhilat jî dê wek ya Helebê be

Nûnerê Sûriyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî bi pêgirîya li ser dewama têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûrîyê dîyar kir: Hewildana artêşa Sûrîyê ji bo kutakirina cureke cinûbûna têrorîstî li Xûteya Rojhilatê li halekî ye ku piştgirîya berfire ya Amerîka, Fransa û Ingilîsê ji têrorîstan didome.

Ceiferî dîyar kir ku hin endamên Konseya Ewlehîyê ya NY xwîna gelê Sûrîyê bi awayek narewa bikar tînin û got: ‘Nayê qebûlkirin ku ji bo parastina terorîstên li Xûtaya Rojhilat jiyana 8 milyon sivîlên li Şamê bikeve ber metirsiyê. Ew hêzên li Xûteya Rojhilat terorîst in.’

Nûnerê Sûriyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî têkildarî  êrişên artêşa Tirkîyê ser Efrînê jî axivî û helwesta NY û civaka navdewletî rexne kir. Caferî got, NY çavê xwe li operasyonên Tirkiyê yên li dijî Efrînê digire. NY herwiha çavên xwe li hember êrişên Îsraîlê yên ser Sûriyê digire.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu