NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceiferî: Sûrîye rê nade Idlib bibe hêlûna nû ya têrorîstan

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY pêgirî kir ku Şam rê nade parêzgeha Idlib bibe hêlûna nû ya têrorîstan.

Bişar Ceiferî di civîna Konseya Ewlehîyê ya derbarê Rewşa Rojhilata Navînê de bi gotina vîya ku parêzgeha Idlibê beşeke axa Sûrîyê ye, ragihand: Şam micidd e ku Idlibê ji lepên têrorîstan azad bike.

Artêşa Sûrîyê di çend hefteyên vê dawîyê de amadekarîyê ji bo azadkirina parêzgeha Idlibê ji lepên têrorîstan dike.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY herwiha bal kişand ser cinayetên Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê ya di bin fermana Amerîkayê li Sûrîyê de û got: Hevalbendîya amerîkî li Sûrîyê bilî komên têrorîst her tiştî dike armanc.

Başa dön tuşu