IraqNûçeRojhilatanavin

Ceferî: Iraq li rêza pêşîn a têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye

Wezîrê karên derve yê Iraqê pêkutî kir, welatê wî li rêza pêşîn a têkoşîna dijî têrorîsmê ye.

Ibrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê şeva buhurî tekez kir ku Iraq li rêza ewil a têkoşîna li dijî têrorîsmê ye û li ser rêvebirî û fermandarîya opêrasyona paqijkirina deverên dagirbûyî ji têrorîstên DAIŞ`ê, ji hêla fermandarên leşkerî û ewlehîyê yên Iraqê va sekinî.

Ibrahîm Ceferî her wiha bibîr xist, serketina li hemberî têrorîsmê li welatekî, serketina jibo hemî welatên cehanê ye, ji ber ku têrorîsm gefek li dijî tevayê dinyayê ye.

Di vî halî da hat ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê hewl didan bi maşînên bombekirî bikevin bajarê Retebê û wî dagir bikin ku di vê navberê da tirêmbêleke wan teqîyaye û di encamê da 3 hêzên polîs û 5 welatî birîndar bûne.

Hêzên polîs û eşîretên parêzgeha Enbarê jî li hemberî têrorîstan sekinîn û nehêlan ku têrorîst derbasî bajarê Retebê bibin ku di encama vê pevçûnê da derbên giran li têrorîstan ketin û ew neçar man birevin.

Balafirên cengê yên Iraqê jî çend caran pêgehên DAIŞ`ê li devera Dibis Mekholê li rojavaya bajarê Şerqatê li parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê bombebaran kirin ku di encamê da gellek têrorîst hatin kuştinê û birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu