NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Amerîka tundrêtîyê li cîhanê berbelav dike

Serokomarê Sûrîyê got: Amerîka tundrêtîyê bi merema berfirekirina nezanî û hejarîyê li cîhanê berbelav dike.

Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê di hevdîtina digel endamên Civata Cîhanî ya Aştîyê û Fêdêrasyona Cîhanî ya Ciwanên Dêmokirat li Şamê de got: Heke armanc rastî û anegorî daxwaz û berjewendîyên gelan bin, mirov dikare mehkem li hemberî berjewendîyên bisînor ên hin welatên rojavayî bisekine.

Serokomarê Sûrîyê herwiha got: Parastina armancan berdêleke giran heye û gelê Sûrîyê jî berdêleke giran ji bo parastina welat û serxwebûna di warê biryardayînê de daye.

Başa dön tuşu