NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Êrişa ser Sûrîyê nîşana haydarbûna welatên rojavayî ji jinavçûna hitbar û serdestîya wan e

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li peywendîya telefonî ya digel serokomarê Îranê got: Êrişa ser Sûrîyê nîşan da ku welatên rojavayî pê hesîyane ku hitbar û serdestîya wan ji nav çûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Bişar Esed li peywendîya telefonî ya ji hêla Hesen Rûhanî ve pêkhatî dîyar kir ku êrişa ser Sûrîyê encama vê yekê ye ku welatên rojavayî ku pişta têrorîsmê digirin baş zanîne ku hitbar û serdestîya xwe ji dest dane.

Esed got: Ev kiryara bikîn piştê işkesta têrorîstan di warê pêkanîna armancên wan welatan da hatîye kirin ku xwe tevlî şerê Sûrîyê kirin.

Serokomarê Sûrîyê herwiha got: Ev destdirêjîya welatên roajvayî tenê vîyana gel û welatê Sûrîyê li şerê dijî têrorîsmê li her bihosteke axa welêt zêdetir û xurttir dike.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî tevî şermezarkirina vê êrişê ji Esed re got: Em dilnîya ne ku destdirêjîya îro qet vîyana gelê Sûrîyê li şerê dijî têrorîsmê lawaz nake.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha piştgirîya Îranê ji gel û welatê Sûrîyê ragihand.

Başa dön tuşu