Serokomarê Sûrîyê di peyamekê de bo Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, tevî sersaxîdayîna ji ber candayîna hejmareke welatîyên îranî di encama êrişa têrorîstî ya li Ehwazê de, ev êrişa têrorîstî şermezar kir.
Di peyama Bişar Esed serokomarê Sûrîyê de hatîye: Komara Islamî ya Îranê li hemberî têrorîsma li Sûrîyê li ber xwe da, têrorîsm li asta cîhanê şermezar kir û hertim helwestên isûlî û teqil li hemberî têrorîsmê hebûye.
Bişar Esed herwiha hêvî kir ku piştgirên têrorîsmê desta ji vî karî bikişînin û pêgirî kir: Sûrîye bi hemî imkan û hêzên xwe ji bo sekinîna li hemberî van karên têrorîstî li pişta Îranê ye.
Çend têrorîstên koma têrorîst a Al Ahwazîye duh êrişî merasima birêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê ku bi boneya Hefteya Berevanîya Pîroz li Ehwazê dihat lidarxistinê kirin ku di encamê de bi dehan kes şehîd an birîndar bûn.