ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed qedrê rola Îranê li serketinên welatê xwe girt

Serokomarê Sûrîyê qedrê rola kêrhatî û berdewam a Îranê li serketinên delweta wî welatî li têkoşîna dijî têrorîsmê girt.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV ji Şamê, Bişar Esed serokomarê Sûrîyê îro di hevdîtina digel Elî Şemxanî sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê li Şamê da, dewama hevkarîya sêalî ya Rûsîya, Îran û Sûrîyê li warê şopandina pêvajoyên sîyasî yên Sûrîyê wekî ewlewîyet zanî û got ku agirbes û muzakirên sîyasî li Sûrîyê nabe ku bibin astengîya ser rêka têkoşîna dijî komên têrorîst ên Feth ul Şam û DAIŞ`ê.

Bişar Esed bal kişand ser rola xirab a hin welatên ereb ên derdora Kendava Farsê û herwiha cînarên Sûrîyê ku bi piştgirîya ji komên têrorîst pêşîya pêkhatina aştî û aramîyê li deverê digirin û got ku têrorîsm sînoran nas nake û heke gurr bibe yê pêsîra welatên ku wê gurr dikin jî bigire.

Elî Şemxanî jî di vê hevdtinê da got ku hevkarîya nêzîk a Têhran, Şam û Moskovê ligel bereya berxwedanê karî ku ku bi serketinên binirx ên meydanî, însîyatîfa sîyasî bêxe destê bereya dijî têrorîsmê.

Sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir ku NY û welatên bibandor li çareserkirina qeyrana Sûrîyê divê tenê rola hêsnakarîyê hebin.

Şemxanî îro dema gihêşte Şamê, azadkirina Helebê xaleke werçerxanê li bûyerên ser gelê Sûrîyê sepandî da zanî û desnîşan kir ku berxwedana gelê vî welatî nîşan da ku têrorîsm û bêistiqrarî nikarin li hemberî berxwedana miletekî serkevtî bin. Wî yek ji armancên serdana xwe ya Sûrîyê pîrozkriina azadkirina bajarê Helebê li rayedar û gelê Sûrîyê zanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu