EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Şaşitîya herî mezin a ewrûpîyan dûrketina ji rastîyan bû

Serokomarê Sûrîyê, Bişar Esed di hevdîtina digel desteyeke polonyayî de got ku naskirina rastîyan yek ji pêngavên herî girîng e ku dikare alîkarîyê bide her dewletî ji bo plandarêjî û meşandina sîyasetên rastî di çarçova berjewendîyan û parastina gelê xwe.

Serokomarê Sûrîyê di vê hevdîtinê de herwiha şerê 7 salî yê ser gelê Sûrîyê de sepandî û wesîleyên wî şerî yên curbicur ji têrorîsmê bigire êrişa rasterast û boykotên aborî yên zalimane rave kirin.

Desteya polonyayî jî ragihand ku destkevtên Sûrîyê di şerê li hemberî komên têrorîst de bûne sedema girtina pêşîya veguhestina têrorîsmê bo welatên din ji wan ên ewrûpî.

Başa dön tuşu