ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Serketinên li Sûrîyê bi piştgirîya Îranê bidest ketine

Serokomarê Sûrîyê li hevdîtina ligel serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê got ku serketinên vê dawîyê li Sûrîyê bi saya piştgirîyên Îranê serê xwe girtine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elaedîn Brûcêrdî serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li bajarê Şamê ligel Bişar Esed serokomarê Sûrîyê hevdîtin pêk anî.

Brûcêrdî di vê hevdîtinê da serketinên vê dawîyê yên Sûrîyê nemaze azadkirina Helebê li serokomarê Sûrîyê pîroz kirin.

Brûcêrdî herwiha got: Îranê dema azadkirina bajarê Xoremşehê ji bin lepên rêjîma Sedam di 24`ê Nîsana 1982`an da ev rewşa derbas kirîye.

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ligel desteyeke parlimanê duh danê êvarê derbasî bajarê Şam paytexta Sûrîyê bû.

Biryar e ku desteya parlimana Îranê bi rayedarên sûrî ji wan serokê meclisê, serokwezîr û wezîrê karên derve yê Sûrîyê ra hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Îran û Ûrsêtê bi rawêjkarîyên berdewam roleke girîng li alûgurên meydanî yên Sûrîyê û qada sîyasî jibo çareserkirina qeyrana vî welatî hene.

Bi rawêjkarîyên berdewam ên Îran û Ûrsêtê, alûgurên Sûrîyê ketine qonaxeke nû û vê dawîyê agirbes di navbera artêşa Sûrîyê û neyarên çekdar ên sûrî da bilî komên têrorîst ên DAIŞ û Feth ul Şamê destpê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu