ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm: Dewleta Iraqê alîkariyên Îranê ji bîr nake

Serokkomarê Iraqê got: Bexda qet alîkariyên Îranê bi Iraqê li şerê dijî terorê, bitaybet şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê jibîr nake.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê piştî hevdîtina xwe ya duh pêncşemê tev Îrec Mescidî baylozê Îranê li Iraqê, li Press konferansekê ji siyasetên Têhranê yên piştevaniya ji gelê Iraqê qedrzanî kir.

Fuad Mesûm bal kişande ser peywendiyên dîrokî û çandî yên kûr di navbera Îran û Iraqê û daxwaza berfirehkirina zêdetire peywendiyên di navbera Bexda û Têhranê li hemû babetan kir.

Îrec Mescidî baylozê Îranê li Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser îradeya Têhranê bona berfirehkirina peywendî û hevkariyên tev Bexdayê bitaybet li babetên abûrî û tecarî ragihand ku Îran amadeye li prosa avedankirina Iraqê alîkariya Bexdayê bike.

Îrec Mescidî herwisa tev Seyîd Emar Hekîm serokê bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê jî hevdîtin pêk anî û du aliyan ser berfirehkirina hevkariyên navbera du welatên cînar û dust gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu