ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Welatên dijmin ji qonaxa destdirêjiya biwekalet derbasî qonaxa destdirêjiya rasterast li ser Sûriyê bûne

Serokomarê Sûriyê got: Giranbûna destdirêjiya rasterast a welatên dijmin li ser Sûriyê piştî têkçûna giran a kirêgirtiyên wan, vîn û iradeya sûriyan ji bo jinavbirina cûreyên têrorîsmê xurt dike.

Bişar Esedê serokomarê Sûriyê li hevdîtina bi Elaedîn Brocêrdî, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha got: Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê bi başî li hemberî têrorîstan sekinîn û em niha nêzikî serketina dawiyê bûne.

Brocêrdî jî li vê hevdîtinê destnîşan kir: Plana Amerîkayê û hevpeyman û kirêgirtiyên wê li navçeyê û li Sûriyê têk çûye û têkçûna destdirêjiya vê dawiyê nîşana xurtbûna bereya Berxwedanê û têkoşîna dijî têrorîsmê ye.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dewlet û ghelê Îranê hertim dê piştevanê Sûriyê bimînin û dê hewildanên xwe ji bo peydakirina rêkara siyasî ku sûrî wê diyar bikin û yekîtî û hakimiyeta Sûriyê biparêze, bidomînin.

Elaedîn Birocêrdî, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê duh anku Yekşemiyê bi armanca hilkolandina dawîn guhertinnê navçeyî û navneteweyî têkildarî Sûriyê, gihîşte Şamê.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştevaniya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bû.

Başa dön tuşu