Bisînorkirina xizmetên konsulî yên sefareta Îranê li Tirkîyê heta demeke nedîyar
Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku xizmetên konsulî yên Îranê li Stenbol, Trabzon, Erzrûmê û sefareta Îranê li Enqerê heta ragihandineke din dê li demeke bisînor bên raberkirin.
Di vê daxûyanîyê da hatîye, jibo alîkarîya li warê cihanîna karên konsulî yên îranîyan, xizmetên konsulxanên Komara Islamî ya Îranê li Stenbol, Trabzon, Erzrûm û sefareta Îranê li Enqerê ji roja duşemê va heta demeke nedîyar yê bi awayekî bisînor mideha 2 saetan da bên raberkirin.
Sefareta Îranê li Enqerê ji îranîyên li Tirkîyê xwestîye ku tenê ji siet 10 heta 12`ê nîvro ser dema bajarên Tirkîyê serdana konsulxanan bikin.
Ev rewşa bi dû wê hat ragihandin ku Andrêy Karlov sefîrê Rûsîyê li Enqerê duşemê şevê dema serdana nîşangeheke wêneyan ji alîyê Mewlûd Mert Altnitaş yek ji polîsên taybet ên Tirkîyê va hat kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)