Ajansa nûçeyên Almanî ji jêderekî pile bilind yê opozisyona Sûriyê veguhestiye navê Ceyş El-Fetih li wê artêşê hatiye kirin û nêzîkî 75 hezar çekdar lixwe digire û ji girûpên, Cebhet Tehrîr Sûrya, Desteya Tehrîr El-Şam, El-Cebhe El-Weteniye, Ceyş El-Islam û Ceyş Tehrîr Idlib pêk tê.
Ajansa Almanî diyar kir, ku hemû çekdarên ji Xûta Rojhilatê Şamê, gundewarên Himsê û Şamê û yên parêzgeha Der’a, ku ji bo bakurê Sûriyê hatibûn veguhestin, tevlî wê artêşê bûne.
Berî çend rojan, serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ku piştî serketina wan li Der’ayê, ewê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê û wê jî kontrol bikin.