Bo siyonîstan 800 xanî tê çêkirin

Tevî dijberiya cîhanî, kabîna Rejîma Siyonîstî çêkirina bi sedan xanîberên nû ji bo bajaoknişînên siyonîst li Nablosê li kêleka rojava ya çemê Urdinê qebûl kir.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, li civîna îro yekşemiyê ya kabîna Rejîma Siyonîstî, pêşniyara çêkirina 800 xanîberan li bajarokê Harbiraxê li başûrê Nablosê ket rojevê û wezîrên kabîna Rejîma Siyonîstî piştgirî dan vê pêşniyarê.
Wezîrên kabîna Rejîma Siyonîstî îdia kirin ku çêkirina xaînîberan li bajarê Nablosê, bertekek bûye li hember operasyona li dijî siyonîstî ya Filistîniyan li bajaroka Harbiraxê li başûrê Nablosê.
Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonsîtî l civîna kabîna , Emerîka wek dostê Îsraîlê da nasandin û got: Biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji bo guhestina balyozxana vî welatî ji Telavîvê bo Qudsê li 14 Gulanê bûyereke ecêb e û dê bandorên demdirêj hebe.
Hîtêr Noert, berdevkê Wezareta karên derve ya Emerîkayê îniyê şevê li daxûyaniyekê piştrsat kir ku balyozxana nû ya welatê wî li Filistîna dagirbûyî, 14 Gulanê li bajarê Qudsê dê destpê bike.