CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçe

Boko Heram êrîşê gundekî kir: 5 kes mirin

Li gor nûçeya ku di çapemeniya netewî de hatiye diyar kirin, hat ragehandin li gundekî herêma Madagalî ku dikeve bakûrê rojhilatê parêzgeha Adamawa, Boko Heram êrîş kir li ser gund û di encam de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê rêvebiriya herêma Madagalî Yûsif Mihemed ji ajansa anadoliyê re ragehand,” Terorîstan piştî ku mirov û hindek ajal jî kuştin tevahiya gund şewitandin. Lê bes hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane heta naha nehatiye zelal kirin”.

Rêxistina Boko Heram di êrîşên xwe yên van hefteyên derbas bûyî di herêmê de bi dehan mirov kuştibûn.

Li Nîjerya rêxistina Boko Heram li destpêka salên 2000 heta naha hebûna xwe daye diyar kirin û piştî ku serokê wan yê binavê Mihemed Yûsif dema dibin çavan de bû mir, di sala 2009 de dest bi çalekiyên bi şîdet kir. Ji ber êrîşên Boko Heram bi hezaran mirov neçarî koçberiyê dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu