EfrîqaNûçe

Rewşa Tûnisê aloz e, bi dehan polîs birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin girtin

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Tûnisê li bara birîndarbûna bi dehan hêzên polîs û girtina zêde ji 200 kesan li encama nerazîbûnên duh li kolan û çarsiyên vî welatî agahî da.

  Li gorî rapora  Anadolu Newsê, Xelîfe El-Şûybanî, berdevkê Wezareta karên Hundir  a Tûnisê raghand ku 49 hêzên polîs sêşemiyê şevê li encama nerazîbûnên  çend bajarên  curbicure vî welatî birîndar bûn û 206 kes jî ku  li van nerazîbûna beşdar bibûn , hatine girtin.

El-Şêybanî her wiha got ku ev pevçûn li bajarên  Qefse, El-Qesrêyn û Seydî Bozîdê qewimîn.

Nerazîbûnên  li Tûnisê ji destpêka Çillê pitî pejirandina  qanûna nû têkildarê zêdebûna  hejmara  kelûmelan û îbtalkirina sûbsîdên dewletê (yarane) pêk hat.

Dewleta Tûnisê ji ber daketian nirxa  diravê neteweyî û rûbirûbûna  bi kêmasiya bûdcê, siyasta  riyazeta aborî girtiye berxwe.

Başa dön tuşu