CîhanNûçeRojhilatanavin

Bolton: Trump hîn tu biryarek li bara Lihevkirina Navokî nedaye

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Sipî ragihand ku serokomarê Amerîkayê hîn tu biryarek li bara Lihevkirina Navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê nedaye.

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Sipî, Can Bolton roja Yekşemiyê li hevpeyivîna digel kanala Fox Newsê got: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê hîn tu biryarek li bara vê yekê ku li nav Lihevkirina Navokî bimîne an jê derkeve, nedaye.

Pêştir wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayl Pompêo li civîneka hevpar a nûçegihaniyê digel Adil Cubeyrê wezîrê karên derve yê Erebistanê li Riyazê îdia kir: Lihevkirina Navokî di şekla niha da destgihîştina Îranê bo çekên atomî sînordar nake û heke Lihevkirina Navokî neyê reformkirin, Amerîka dê ji wê derkeve.

Li vî halî Trêa Mêya serokwezîra Brîtanyayê roja Yekşemiyê li hevpûeyivîna bi riya têlêfonê digel Êmanoêl makronê serokomarê Fransayê û Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê li hev kirin ku Lihevkirina Navokî baştirîn rê ji bo girtina pêşiya Îranê ji bidestxistina çekên atomê ye.

Serokomarê Amerîkayê li gorî qanûna pesendkirî ya Kongreya vî welatî heta roja 12ê meha Gulanê dema xwe heye ku têkildarî dewama rawestandina boykotên dijî Îranê biryarê bide.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (Amerîka, Rûsiye, Çîn, Franse, Inglîs û Alman) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar  ji meha çileya 2016an ketiye qada cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wekî yek ji îmzekerên vê lihevkirina navneteweyî hertim li ser rêya cihanîna wê bêsoziyê dike.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokiyê, ev lihevkirina wek lihevkirineka bixuf û xeter daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin. Lê dinya li dijî vî karê dijminane ye.

Başa dön tuşu