Bi hatina heftiya dudiyan a operasyona Mûsilê hêzên iraqî ji êrişa ser meqerên DAIS`ê li nav bajarê Mûsilê agahî dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, hêzên iraqî ji hemî aliyan xêncî beşa rojava Mûsil dorpêç kirine û ev hêza ji destpêka bombebarana DAIŞê nav bajarê Mûsilê agahî dan.
Hêzên iraqî ji navenda El-Qiyarê karîn ku deh gundan li başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê azad bikin û ji kêleka çemê Dîcleyê ber bi bakur ve bi pêşde herin.
Piştî pêşdeçûna hêzên pêşmerge li bereya rojhilata Mûsilê hêzên iraqî û hêzên pispor ên rawestana li ber terorîzmê dewsa wan girtin. Ev hêz karîn ku navçên çola Neynewayê tam azad bikin. Pêşmergan jî helîqa dorpêçkirina Başîqê ku di bin kontrola DAIŞê de ne qahîmtir û tengavtir bikin. Başîqe yek ji bajarokên herî mezin dervey navenda Mûsilê ye.
Çavkaniyeke xwecî li parêzgeha Neynewaya Iraqê jî li bara kiryara DAIŞê ya derheq danîna bombeyan li pireyan û riyên peywendiya sereke yên Mûsilê, hevgavê nêzîkbûna hêzên iraqî agahî da.
Vê çavkaniyê raghand ku piraniya endamên DAIŞê paşde vekişyane bo devavên rojhilata Dicleyê û li wir jibo şerê dawiyê amade bûne.
Hevalbendiya li dijî DAIŞê jî ragihand ku 32 êrişên hewayî li dirêjahiya heftiyekê li navçê operasyon hebûye ku li encama wê 136 meqerên eskerî, 18 tûnêl û 24 trimbêlên bombekirî têk birine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)