Frokên şerî yên Erebistanê li dewama destdirêjiya ser axa Yemenê navçên curbicur yên vî welatî bombebaran kirin.
Li gor rapora telivîzyona El-Mesîre, Firokên şerî yên Erebistanê li dewama destdirêjiya ser axa Yemenê îro sibê sê caran navçên El-Cayêf, li neyiya Hemdanê li parêzgeha Senayê paytexta Yemenê kirine ber hedefa êrişên xwe.
Firokên şerî yên Erebistanê herwisa navenda telifûna navça El-Hîc li parêzgeha El-Hedîde li rojavaya Yemenê û mala welatiyekî yemenî li neyiya Baqim li parêzgeha Seidê li bakûra vî welatî bombebaran kirin.
Li vî halî herwisa firokên şêr yên Erebistanê pê êrişa ser çend navçan li Sena û Seidê 14 kesên sivîl li Yemenê kuştin û herwisa ji ber van destdirêjiyên Erebistanê çend zarok jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)