NûçeRojhilatanavinYemen

Bombebarana navenda perwerdehiya garda serokomariya Yemenê li bakurê Senayê

Balefirên cengê yên siûdî, navenda perwerdeya garda serokkomariya Yemenê li bakurê Senayê bombebaran kirin.

 Li gorî rapora El-Mesîrê, balefirên  cengê yên  siûdî çarşemiyê şevê sê caran êriş kirin ser navenda hîndekariya garda serokkomariya Yemenê li navça Cûle El-Cemneyê li bakurê Senayê.

Kanala El-Meyadînê jî raghand ku hêza hewayî ya Erebistanê saziya teknîkî ya wezareta berevaniya Yemenê li bakurê Senayê dane ber êrişan.

Balefirên  siûdî îro jî sê caran navça Cerafê li Senayê dan ber êrişan ku li encama  wê gelek xisaret li malên  welatiyên yemenî ket.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîkayê, Îmaratê û çend welatên din ji Adara 2015`an  êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata  ji erd derya û esman ve dorpêç kiriye.

Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bûye sedema  kuştin û birîndarbûna  bi dehan hezar yemeniyan û ev welata rastî kêmasiya  xwarek, derman û belavbûna  nexweşiya kolêrayê kiriye.

Başa dön tuşu