Balefirên cengê yên siûdî, navenda perwerdeya garda serokkomariya Yemenê li bakurê Senayê bombebaran kirin.
Li gorî rapora El-Mesîrê, balefirên cengê yên siûdî çarşemiyê şevê sê caran êriş kirin ser navenda hîndekariya garda serokkomariya Yemenê li navça Cûle El-Cemneyê li bakurê Senayê.
Kanala El-Meyadînê jî raghand ku hêza hewayî ya Erebistanê saziya teknîkî ya wezareta berevaniya Yemenê li bakurê Senayê dane ber êrişan.
Balefirên siûdî îro jî sê caran navça Cerafê li Senayê dan ber êrişan ku li encama wê gelek xisaret li malên welatiyên yemenî ket.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîkayê, Îmaratê û çend welatên din ji Adara 2015`an êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata ji erd derya û esman ve dorpêç kiriye.
Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar yemeniyan û ev welata rastî kêmasiya xwarek, derman û belavbûna nexweşiya kolêrayê kiriye.