NûçeRojhilatanavinSûriye

Bombebarana nexweşxaneya Reqayê bi bombeyên fosforî ji aliyê Amerîkayê ve

Berpirseka Hîva Sor a Sûriyê, ji bombebarana nexweşxaneyekê li bajarê Reqayê ji aliyê balafirên cengî yên hevalbendiya navneteweyî ya Amerîkayê agahî da.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA) Dîna El Esed, alîkara Hîva Sor a Sûriyê li Reqayê got: Şeva buhurî balafirên cengî yên hevalbendiya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, nexweşxanyekê li vî bajarî, da ber bombeyên fosforî.

Wê li dewamê herwiha got: Ev nexweşxaneya herwiha kete ber 20 hawanan ku di encamê de çavkaniya ceryanê ya nexweşxanê û çend trombilên ûrjansê teqiyan.

El Esed herwiha destnîşan kir: Ev nexweşxaneya alîkariyên dermankirinê dida zêde ji 100 hezar kesî li bajarê Reqayê. Em ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û saziyên navneteweyî dixwezin jibo sekinandina êrişên bidûhev ên hevalbendiya navneteweyî dijî binavahiyên sivîl, karekê bikin.

Fuaz El Isaf, birêvebira Hîva Sor a Reqayê jî destnîşan kir: Hêzên hevalbendiyê, zêde ji 65 avahiyên dewletî ji wan karistana berhemanîna şekir kawil kirin, Herwiha ewan dibistan, bazar û bankan jî didin ber êrişan.

Di eynî demê de efserekî amerîkî got: Hevalbendî dewsa DAIŞ`ê, bi dû jordaanîna Bişar Esed e. Skat Binît, efserê berê yê amerîkî li ser êrişên Amerîkayê ser sivîlan li Sûriyê ya ser navê şerrê dijî DAIŞ`ê got: Operasyona Amerîkayê û hevalbendiya bi serokatiya wê li Sûriyê, qet dijî DAIŞ`ê nine belki Amerîkayê DAIŞ`ê kiriye mihane ta ku Bişar Esed ji ser desthilatê bîne xwarê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu