IraqNûçeRojhilatanavin

Bombeyên DAIŞê li ser jiyana cotyaran bûne metirsî

Îro bi sedan zeviyên genim li Xaneqîn şewitîye. Herwiha ligor zanyariyên cotkarên kurd bombeyên DAIŞê li herêmê çandine bûne metirsî bo jiyana cotkarên kurd li herêmê.

Cotkarekî li Qeretepeyê Husên Mihemed gotiye îşev êvara pêncşemê li dorûbera nahiyeya Qeretebeyê ya ser bi Xaneqînê zêdetir ji 500 donim zevî şewitîye.

Herwiha Mihemed aşkere dike hebûna bombeyên DAIŞê li herêmê û nêzîkî zeviyan jî bûye metirsiyeke mezin bo cotyarên kurd li herêmê.

Li aliyê din Polîsê Diyalayê Elî Heyder aşkere kiriye:”DAIŞê bi çandina bombeyan li nêzîkî zeviyên cotkaran dixwaze zirarê bide cotkaran û cotkar berhemên xwe ranekin û yan jî berhemên wan bihêne şewitandin.”

Herwiha Heyder amaje bi wê yekê jî kiriye li sînorê Xaneqînê du cotkar ji ber şewitîna zeviyan û teqîna bombeyên DAIŞê li ser zeviyan bûne qurbanî.

Herwiha duh êvarê jî li navçeya Daqûq a Kerkûkê di dema vemirandina agirê zeviyên xwe da bombeya rêxistina terorê DAIŞê bi du birayan da teqiya û herdu bira jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu