ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişên berfireh ên balefirên cengê yên siûdî ser Sen’a, Hudeyde û Beyzayê

Balefirên cengê yên Rejîma siûdî di dewama cinayetên xwe li dijî gelê bêberevan ê Yemenê, li sietên derbasbûyî bi caran navçên curbicur ên parêzgehên Sena, Hudeyde û Beyzayê li vî welatî bombebaran kirine.

 Li gorî rapora Mehr Newsê, û ji zarê El-Mesîê, balefirên  cengê yên siûdî, çar caran navça  El-Ercê û pênc caran navça El-Derîhmî li Hudeydê dan ber êrişên hewayî.

Eva li halekî ye ku  balefirên cengê yên  siûdî du navendên eskerî û zankoyeke  eskerî li Senayê bombebaran kirin.

Di hemen demê de, navça  Natiê li Beyzayê sê caran ket ber êrişa  siûdiyan.

Li gorî nûçeyeke din, wêneyek ji du eskerên  hêsîrbûyî yên artêşa siûdî li encama êrişa  artêş û komîteyên gelanî ên Yemenê ser Cebel Meşelê li Cîzanê li başûrê Erebistanê weşand ku têde eskerên siûdî Rejîma Alê Siûd berpirsê îsraeta xwe dizanin.

Başa dön tuşu