Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê ji Rejîma Siyonîst jiber rehîngirtina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezeyê bi tundî rexne kir .
Jozêf Borêl, got: Bi berçavgirtina rewşa niha ya Xezeyê, şandina alîkariyên mirovî bo gelê Filistînê nabe bibe mijara muzakireyên siyasî.
Wî bal kişand ser civîna hevpar a Konseya Wezîrê karên derve yên YE bi dîplomatên pilebilind ên welatên erebî û Wezîrê Karên derve yê Reejîam Siyonîst li Brukselê û got: Me bang li Îsraîlê kir ku ji bo parastina sivîlan, karmendan û binesaziya mirovî bi çêkirina îmkanên nû û bilezkirina demajoya kontrolkirina kamyonên alîkariyê, pêngavan hilîne.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê her wiah got:Li Rexê Rojava, asta bêmînak a tundûtûjiya bajaroknişînan û berfirehkirina çêkirina bajarokan gefê li civakên filistînî û projeyên mirovî bi diravê Yekîtiya Ewropî dixwe û wê wêran dike.
Wî hişyarî da: qurbaniyên sivîl, wêrankirina zêdetir a Xezayê, zehmetiyên zêdetir ji bo filistîniyên li Xezeyê divê bi lez bên kutakirin.