Josep Borrell, berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, jimara “bêmînak” ya mûşekên balîstîk yên navparzemînî û menzîl kurt wek sebeba “tansiyoneke xeternak” binav kir.
Li gorî rapora IRNA`yê; Borrell ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur wekî neqanûnî wesif kir û ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku hemî cezayên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Pyongyang çalak bike.
Borrell got ku kiryara Koreya Bakur ji bo zêdekirina ceribandinên mûşekan biryardariya rêberên Pyongyang nîşan dide ku li dijî pergala bêçekbûnê ya gerdûnî ye, û ev ceribandin “aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî” tehdîd dike.
Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa tekez kir ku kiryarên bi vî rengî yên Koreya Bakur qet nabin sedema naskirina pêgeha Pyongyang wek hêzeke navokî.
Dîplomatê Ewropî ji Koreya Bakur xwest ku kiryarên xwe yên dijminatî û bêîstîqrarê rawestîne, rêzê li “qanûna navneteweyî” bigire û vegere ser maseya danûstandinan li ser bernameyên navokî û mûşekî.
Di vê navberê de, Amerîka û Koreya Başûr ragihandin ku balafireke bombebarkirî ya supersonîk jî dê beşdarî tetbîqata leşkerî ya hevbeş a berdewam bibe.
Koreya Başûr bi qasî 240 balafirên şer beşdarî tetbîqata esmanî ya ku di van demên dawîn da herî mezin tê tomarkirin dibe.
Amerîka û Koreya Başûr di sala 2015an de yekemîn tetbîqata xwe ya hevpar pêk anîn. Tetbîqat di sala 2018an de di çarçoveya polîtîkayên lihevhatina Serokê berê yê Koreya Başûr Moon Jae-in bi Koreya Bakur re hatibûn rawestandin.