CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Boykotên Amerîkayê li dijî Heşda Şeibî ya Iraqê

Alîkarê serokomarê Amerkayê qala boykotkirina çar kes ji fermandarên pilebilind ên Rêxistina seferberiya gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî kir.

Li gorî rapora kanala El Hedesê, Mayk Pênc roja Pêncşemiyê di konferansekê bi navê îdiayî yê azadiyên mezhebî, bi dubarekirina tawana piştevaniya Îranê ji têrorîsmê got: Di rewşekê da ku mîlîtanên alîgirê Îranê tirs û xufê pêk tînin, emê bêdeng nemînin.

Dewleta Amerîkayê bi mehan e ku jibo zêdekirina zexta li ser Heşda Şeibiyê hewil dide û di vê çarçovê da hin komên girêdayî bi vê rêxistinê xistine nav lîsteya komên têrorîst.

Tê gotin ku Waşîngtonê jibo sînordarkirina çalakiyên Heşda Şeibî zext aniye ser Bexdayê.

Heşda Şeibî yek ji hêzên herî çalak û bibandor di serketina Iraqê li hemberî komên têrorîst ji wan DAIŞê ye.

Başa dön tuşu