CîhanEwropaNûçe

Boykotên nû yên Amerîkayê li dijî bi dehan kes û sziyên Rûsiye û Çînê

Amerîkayê di gurrtirîn qonaxa şerê ticarî dijî Çînê, beşeka artêşa vî welatî ji ber kirrîna çekan ji Rûsiyê boykot kir.

Li gorî rapora Reutersê, Hîdêr Naûrt, berdevka Wzeareta krên derve ya Amerîkayê Pêncşemiyê bi şev ragihandin ku vî welatî “Rêvebiriya Geşepêdana amûrên artêşa Çînê” li wezareta berevaniyê ya vî welatî ji br kirrîna firokeyên şêrr ên Suxo35 ên û pergala berevaniya mûşekî y S400ê ji Rûsiyê boykot kiriye.

naûrtê her wiha got: Lî Şangfû, Rêvebirê beşa berfirehkirina amûran jî ji ber kirrîna ji kompaniya çekan a Rûsoboron Ekportê (Rosoboronexport) ya Rûsiyê hat boykotkirin.

Li gorî van boykotan, tevahiya hewyitiyên beşa geşepêdana amûran û heyitiyên Lî li Amerîkayê tên desterserkirin û destgihîştina saziya bin fermana wî bo bazarên malî yên cîhanê tê sînordarkirin.

aûrtê hevdem digel ragihandina boykotkirina Çînê got ku li gorî Katsayê 33 kes û sziyên din ên têkildar bi artêşê û rêxistina istixbaratî ya Rûsiyê jî dikevin nav lîsteya reş a boykotan.

Îgor Korobof, Serokê istixbara leşekrî ya Rûsiyê (GRU) û alîkarê wî ji wan kesan in ku ketine bin boykotên Katsayê (CATSA). Niha ev lîste 72 kesû  kompaniyên rûsî digire ber xwe.

Sazî û kesên ûris ku Amerîkayê Pêncşemiyê bi şev navê an xiste nav lîsteya Reş a Katsayê, pêştir jî ketibûn boykotên din ên Amerîkayê.

Serokomarê Amerîkayê roja Pêncşemiyê bi nameyekê bo serokên Kongre û Sênayê, desthilata xwe li qanûna Katsa û qanûnên din ên boykotkirina Rûsiyê radestî wezîrê xezînedariyê kir.

Ev cara yekem e ku dewleta Trump li çarçova qanûna Katsayê (CATSA) welatekî sêyem ji ber kirrîna çekan dixe bin boykotan.

Katsa an “Qanûna sekinîna li hemberî dijminên Waşîngtonê ji riya boykotê” di meha Tebaxa sala 2017an da bi mebesta sekinîna li hemberî Rûsiye, Îran û Koreya Bakur ji riya boykotên siyasî û aborî hat pesendkirin.

Başa dön tuşu