CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Brîtanya alîkariyên xwe ji navçeyên opozîsyona Sûriyê re rawestand

Hikûmeta Brîtanya îro roja Dûçemê ragehand ku, wan alîkariyên xwe ji navçeyên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de rawestand.

Berdevka hikûmeta Brîtanya bi nameyek ji Reutersê re şand, tê de ragehand ku,  piştî rewşa hejmarek ji navçeyên bakurê rojavayê Sûryê zehmet bû, Hikûmeta Birîtanî biryar da, ku pirogramên xwe yên derveyî alîkariyên mirovî li wan navçeyan rawestîne.

Li gorî daxuyaniya berdevka Hikûmeta Birîtanî, wê Hikûmeta welatê wê, li ser piştevaniya wan aliyan berdewam be, yên ku birastî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Birîtanya ji sala 2013an ve, piştevaniya serbazî radestî yekîneyên opozisyona Sûryê dike û berî niha medya Birîtanî ragihand, ku ji destpêka Êlûna dahatî ve, wê şandina wan alîkariyan bê rawestandin.

Li gor hukûmeta Brîtanya sala(2017-2018) 193 milyon dolar alîkarî dane Sûriyê.

Başa dön tuşu