NûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullahê mûşekek avête ser leşkergeha hevpeymaniya Siûdî

Rayedarekî leşkerî yê yemenî qala avêtina mûşeka Balistîk ji cûreya Qahir M2 ser kampa hevpeymaniya siûdî li Marebê kir ku di encamê da xisarên zaf li hêzên alîgirê serokoamrê îstîdfakirî yê Yemenê ketin.

Vî rayedarê leşkerî her wiha got ku sibeha îro anku Pêncşemiyê mûşejkeka Balistîk ji cûreya Qahir M2 ji aliyê hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelanî va ber bi kampa leşkerî ya Elruykê ya hevpeymaniya Erebistanê li parêzgeha Marebê li rojhilata Yemenê hat avêtin.

Ev mûşek li armanca diyarkirî ket û bû sedem aziyanlêketina hêzên alîgirê serokoamrê destjikarkişandî yê Yemenê anku Ebde Rebbe Mensûr Hadî.

Vî rayedarê leşkerî yê yemenî tevî amajeya bi vê yekê ku firokeyên şêrr ên siûdî 10 êrîşên esmanî li ser navçeya Xub û Şe`efê li rojhilata parêzgeha Cufê pêk anîne, got: “Li êrîşa esamnî li ser navçeya Mutmeyê li Cufê hejmareka welatiyên asayî hatin kuştinê“.

Vî rayedarî her wiha got: “Ji ber êrîşa hewayî ya hevpeymaniya erebî li se taxa Eslemê li navçeya Ebesê li rojavaya Yemenê çar kes hatin kuştin“.

Başa dön tuşu