ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdulahiyan: Divê pêşiya veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsê were girtin

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, bal kişnad ser vê yekê ku mijara Filistînê, birîna kevn a cîhana Îslamê li 100 sala buhurî ye û pêgîrî kir: Divê bi bikaranîna hemî rêyên pêkan, pêşiya veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê were girtin.

Donald Trump, 6`ê Kanûna sala 2017`an tevî dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîst da nasandin. Di eynî demê de wezareta karên derve ya Amerîkayê ji veguhestina balyozxana vî welatî ji Têlavîvê bo Qudsa Dagîrbûyî li 14`ê Gulana 2018`an agahî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hisên Emîrebdulahiyan, roja şemiyê li peyamekê bo şeşemîn Civîna Navneteweyî ya Aso ya nû ku ser navê Beyt Ul Muqedes paytexta hertimî ya Filistînê, li Meşhedê (bakûra rojhilata Îranê ) karê xwe destpê kiriye, herwiha got: Kiryara dewleta Amerîkayê ya ji bo veguhestina balyozxana vî welatî ji Têlavîvê bo Qudsê, nîşan da ku Amerîka tenê li dû berjewendiyên siyonîstan e û qet rêzê li xwestekên rewa yên filistîniyan nagire.

Emîrebdulahiyan, destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, amade ye bi hemî piştgirên Filistînê re bêyî tu berçavgirtin û pêş şertekê, bona girtina pêşiya veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê hevkariyê bike.

Civîna navneteweyî ya sê rojî ya Bêyt Ul Muqedes, paytexta hertimî ya Filistînê, roja şemiyê li Meşhedê, karê xwe destpê kir.

Li vê civîna sê rojî, 60 mêvan ji 22 welatan ji wan hin kesayetî û karzanên siyasî, leşkerî û ewlehiyê ji welatên ewrûpî, Amerîka, kesayetiyên zanîngeh, mêdya, ghunermend û çalakvanên dijî şêrr, beşdar in.

Başa dön tuşu