CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Brîtanyayê dîsan helwesta dijî Îranê dubare kir

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, bêyî amajeyî cihnehatina sozên welatên ewrûpî ligorî Rêketinama Atomî ya digel Îranê bike, Îran bi binpêkirina wê rêketinameyê tawanbar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, Jeremy Hunt piştî tawanbarkirina Îranê bi binêpêkirina Rêketinama Atomî, pêgirî kir ku London hêvîdar e ew Rêketinameya dîsan cih were.

Hunt herwiha got: Em ji ber nûçeyên ku roja Yekşemê ji Têhranê hatin, gellekî dilgiran in û berî biryardayîna têkildarî pêngavên din, em ê li benda raporên serbixwe yên sazîyên navnetewî yên têkildarî vê mijarê bimînin.

Ev gotinên Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê di halekî da ne ku Îranê wekî berteka himberî cihnehatina sozên welatên ewrûpî ji wan Brîtanyayê sozên xwe kêm kirin.

Lê Hunt qet amajeyî wê yekê nekir û tenê bal kişand ser binpêkirina Rêketinama Atomî ji hêla Îranê ve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê jî wek berteka himberî biryara rojas Yekşemê ya Têhranê ya têkildarî Rêketinama Atomî gotibû, London tam sozdarê Rêketinama Atomî ya digel Îranê bûye û Têhran divê demlidest hemî pêngavên berovajî sozên xwe rawestîne û bizvire rewşa berî vê biryarê.

Başa dön tuşu