AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Brîtanyayê mixabiniya xwe ji dirêjnebûna miafbûnên niftî yên Îranê diyar kir

Wezareta karên derve ya Brîtanyayê Sêşemiyê bi şev heyf û mixabiniya xwe ji dirêjnebûna miafbûnên kirrîna niftê ji Îranê diyar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Brîtanyayê her wiha li ser girîngiya parastina Lihevkirina Atomî pêgirî kir û got: London dê sozdarê vê lihevkirinameya navneteweyî bimîne.

Dewleta Amerîkayê roja Duşemiyê di dewama kiryarên xwe yên dijminane li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî ragihand ku miafbûnên boykota muşteriyên nifta Îranê dê neyên dirêjkirin.

Di vî warî Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di konferanseke nûçevaniyê da îdia kir ku waşîngton bi betalkirina van miafbûnan dil heye derfirtona nifta Îranê bigihîne sifir.

Ev yekem car nîne ku Amerîka soza gihandina derfirotina nifta Îranê bo asta sifir dide. dewleta trump piştî derketina yekalî ji Lihevkirina Atomî jî soz dabû ku asta derfirotin anifta îranê heta beriya cihanîna boykotan bigihîne sifir, lê di meha Mijdara 2018an da hevdem digel cihanîna boykotên neftî li dijî Îranê bi paşvekşiyaneke aşkira neçar bû ku jibo pêşîlêgirtina ji tevliheviya bazara niftê û zêdebûna bihayê wê, heşt welatên mezin ên bikirê nifta Îranê anku Koreya Başûr, Îtanya, Japonya, Hind, Çîn, Tirkiye, Taywan û Yûnanê bi qasî 6 mehan ji boykotên niftî li dijî Îranê miaf bike.

Başa dön tuşu