Brucerdî: Emerîka, plandarêj sereke ya komployên li dijî Îranê ye
Serokê Komaîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser êrişên terorîstî yên vê dawiyê li Têhranê û got: “Bêguman plandarêj sereke ya komployên li dijî Îranê Emerîkayê cinayetkar e“.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elaedîn Brucerdî li axiftina beriya xutbeyên nimêja îniyê ya vê hefteyê ya Têhranê got: “Emerîka ji ber ku li warê navokî derdaye Komara Îslamî ya Îranê û îro rojê Îranê hemî ev zanista bi dest xistiye hêrs bûye“.
Brucerdî tekez kir: “Dewlet û gelê Îranê ji ber baweriyên xwe û fetwaya rêberê giranqedr berpirsiyar in ku zanista navokî li vî welatî ji hêla eskerî ve neyê bikaranîn“.
Wî alîkariyên Têhranê jibo kutakirina qeyrana Sûriyê û Iraqê ji hegerên herî giring ên komployên Emerîkayê li dijî derbelêxistina li îranê da zanîn.
Elaedîn Brucerdî li şiroveya operasyona terorîstî ya Têhranê jî got: “Armanca sereke ya terorîstan, derbasbûna nav meclîsê û êrişa ser nunerên meclisa şêwra Îslamî bû lê bi hişyariya hêzên sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, pêrgî deriyên girtî hatin“.
Serokê Komaîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li dawiyê got: “Êrişên wiha dê tu bandorekê ser viyan a gelê mezin ê Îranê û nizama pîroz a Komara îslamî jibo dewama riya xwe tinebe“.
Li encama êrişên siba çarşemiyê ya şerxwazên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser meclisa şêwra îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û 52 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)