İslami Davet Kurdi Bange İslami

Brucerdî: Îran tu ferqekê navbera DAIŞê û Cebhet-ul-Nusreyê qayîl nîne

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana Îranê got: Îran di navbera grûpên terorîstî yên DAIŞ û Cebhet-ul-Nusreyê tu ferqekê qayîl nîne û siyaseta Emerîkayê dewama krîza kontrolbûyî li Rojhilata Navînê ye.

 Li gorî rapora IRNAyê,  Elaedîn Brucerdî serokê komsîyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana Îranê li hevdîtina  Krîstiyen  Mase sekretera  wezareta karên derve ya  Fransayê li Parîsê mixabiniya xwe li bara rewşa  xirab a awareyên sûrî li welatên  rojava  nîşan da û got ger ewlehî  çê bibe  dê ew hemî kes vegerin  Sûriyê û dê li pêşeroja siyasî ya welatê xwe rola wan hebe.

Elaedîn Brucerdî ku tevî taxima parlemanî sefera Parîsê kiriye. Rewşa niha  ya Sûriyê û Iraqê şirove kir û destnîşan kir parastina  yekperçetiya erdê Sûriyê û Iarqê siasyeta  isûlî ya Îranê ye.

Brucerdî her wiha  peywendiyên  dualî yên du welatan erênî nirxand  û got: Îran û Fransa tevî berfirehkirina  peywendiyên  dualî divê li bara  meselên navneteweyî bişêwirin û hevkariyê bikin.

Krîstiyen Masê sekretera giştî yê wezareta  karên derve ya Fransayê jî li vê hevdîtinê fukara xwe li bara  berfirehbûna  fanatîzmê li Ewrûpayê nîşan da û got Îslam rastî û beşek ji Fransayê ye û tundrewî nayê qebûlkirin.

Krîstiyen Masê destnîşan kir Îran qaweteke mezin e  û roleke bingehîn li damezrandina  aşitî û ewlehiya  navçê heye.

Li gorî vê raporê her du alî her wiha  li vê hevdîtinê ser hilkolandina  qeyranên navçê ji wan Sûriye , Iraq, Lubnan Yemen û Behreyn ser rêçareyên  siyasî li gor daxwaza xelkê vî welatî tekez kirin.

Serokê komîsyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana  Îranê tev taximekê sefera Fransayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version