ÎranNûçeRojhilatanavin

Brûcerdî: Rejîma Siyonîst tu cîgeha xwe li navçeyê tune

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Rejîma Siyonîst bi yekbûna misilmanan re, wê tu cîgeha xwe li navçê tunebe.

Elaedîn Brûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa şêwra Îslamiya Îranê, li hevdîtina bi nûnerên komên curbicur ên filistînî yên rûniştiyê Libnanê, li Beyrûtê got: Bihetm bi serêxwegirtina armanca gelê Filistînê û azadkirina hemî erdên dagîrbûyî yên Filistînê, Rejîma Siyonîst, tu cîgeha xwe li jêografî û erdnigariya navçe û cîhanê tuneye.

Brûcêrdî, bal kişand ser rênimûniyên hezretê Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be), damezînerê Komara Îslamiya Îranê bona piştgiriya ji armnacên Filistînê heya azadkirina hemî erdên filistînî ji bin dagîrkeriya Rejîma Siyonîst û herwiha got: Helwêstên Îranê hertim, piştgiriya ji vê armancê bûne û ev armanca wê tenê bi yekbûna misilmanan serê xwe bigire.

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, herwiha got: Dijminên Îslamê ku hewl didin di nava welatên îslamî de cudatiyê pêk bînin, hemî hewla xwe jibo xalifandina gel û neteweyan ji armanca Filistînê, bi kar anîne.

Brûcêrdî karên hin welatên îslamî li navçê û ji wan Behrêynê jibo vexwendina bazirganên îsraîlî, şermezar kir.

Nûnerên komên filistînî jî qedrê piştgiriyên Komara Îslamiya Îranê ji netewe û berxwedana Filistînê girtin û li ser dewama şerrê dijî Rejîma Siyonîst jibo azadkirina Filistînê û piştgiriya ji armanca Filistînê pêgîrî kirin.

Taxima parlimanî ya Îranê bi serokatiya Elaedîn Brûcêrdî, berêvariya pêncşemiya buhurî, ji riya sînorê bejahî yê Sûriyê ve, derbasî Libnanê bû.

Başa dön tuşu