Bruksel mazovanê dewra dudiyan a gotûbêjên Îran û YE
Mecîd Textrewançî alîkarê Ewrûpa û Emerîkayê yê wezîrê karên derve yê Îranê jibo beşdariya li dewra dudiyan a gotûbêjên Îran û YE bi taximekê re sefera Brukselê meqera YE kiriye.
Li gorî rapora sêşemiyê ya IRNA`yê, dewra dudiyan a gotûbêjên Îran û YE li bajarê Brukselê bi serokatiya Mecîd Text Rewançî û Helga Şmît alîkara berpirsa siyaseta derve ya YE were lidarxistin.
Dewra ewil a van gotûbêjan zivistana par li Têhranê hat li dar xistin û li gor tiştê ku Îran û Yekitiya Ewrûpayê li hev kirine gotûbêjên dualî her 6 mehan carekê li Bruksel an Têhranê tê li dar xistin.
Gotûbêjên Îran û Yekitiya Ewrûpayê li bara meselên dualî li warên curbicur û her wiha alûgurên navça Rojhilata Navînê ji wna qeyrana Sûriyê ji mêhwerên gotûbêja dîplomatên pilebilind ên îranî û ewrûpî li Brukselê ye. Li gorî gotina Textrewançî li vê dewra gotûbêjan li bara mijarên elaqedarê Komara Îslamî ya Îranê û YE mîna hevkariya li warê enerjiyê, veguhestin, hîndekarî, hevkariyên zanîngehê û meselên dualî muzakire dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)