Artêşa Sûriyê û hêzên bereya berxwedanê, çarşemiyê şevê bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora Press TVyê, bajarê Bûkemalê ketiye rexê çemê Firatê û nêzîkî sînorê navbera Iraq û Sûriyê û weke dawîn navenda sereke ya DAIŞê li Sûriyê tê hesab.
Bi azadkirina Bûkemalê, terorîstên DAIŞê tenê li bestan û deştên derdora parêzgehên Dêrazor û Himsê de dimînin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê bajarê Bûkemalê li sala 2014`an dagir kirbû.