CîhanNûçeRojhilatanavin

Amerîka pakita mûşekên 300 milyon Dolarî difroşe Qeterê

Van rojana ku Mîrê Qeterê dixwaze seredana Amerîka bike û tev Trump hevdîtinê bike, Waşîngtonê ragihand ku dê patita mûşekên 300 milyon dolarî bifroşe Duheyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê ajansa firansayê: Wezareta karên derve yê Amerîka li rojên destpêka sefera Temîm Bin Hemed Alê Sanî mîrê qeterê bo Amerîka û hevdîtina tev Donald Trump ragihand ku Amerîka dê patita mûşekên 300 milyon dolarî bifroşe Duheyê.

Hatiye ragihandin ku di nav vê patita çek û sîlahî da 5 hezar sîstemên pêşketî yên APKWS û 5 hezar komikên teqndinî hene.

Wezareta karên derve yê Amerîka bilî ragihandina vê nûçeyê ragihandiye ku Qeter aliyekî siyasî û ji nezera abûrî pêşketî yê navça Kendava Farsê ye.

Mîrê Qeterê qirare îro sêşemê li Koşka Sipî tev Donald Trump serokkomarê Amerîka li bara meselên navçeyî û kirîza di navbera welatên ereb yên derûdora Kendava Farsê gotûbêjê bike.

Erebistan, Mîrnişînên erebî, Behrêyîn û Misrê ji 5 Hezîrana sala 2017 bi tawanbarkirina Duhê bi piştevaniya ji grûpên terorîstî peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Qeterê qut kirin û sînorên xwe yên Erdî, Behrî û Esmanî tev vî welatî girêdan.

Ev rûdawa du hefteyan piştî ewil sefera Trump bo Erebistanê qewimî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu