ÎranNûçeRojhilatanavin

Vilayetî: “Bi têkçûna DAIŞ`ê, piştgirên wê li dû pêkanîna pîlanên nû li navçeyê ne“

Rawêjkarê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li warê navneteweyî destnîşan kir: “Bi têkçûna DAIŞ`ê, pêkêner û piştgirên vê koma têrorîst dil hene pîlanên xwe yên nû li navçeyê cih bînin“.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Rawêjkarê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li warê navneteweyî, Elî Ekber Vilayetî Duşemiyê bi şev li gotûbêja bi kanala `ê ya Têlêvîziyona Îranê tevî pîrozkirina serketina Beereya Berxwedanê li Bûkemala Sûriyê, got: “Şerê li Sûriyê bû sedema serketina misilmanên rastîn“.

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê di rojên dawî da karîn bajarê Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêra Zorê li rojhilata Sûriyê tevî hebûna piştgiriyên giştalî yên Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê ji têrorîstan ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bikin. Bi azadkirina Bûkemalê, niha têrorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê tenê li nav çol û beyar û deştên derdora parêzgehên Dêra Zorê û Humsê hene.

Vilayetî her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Libnan dikare yek ji wan welatan be ku piştgirên komên têrorîst li dû cihanîna pîlanên xwe li wir in, got: “ Amerîka, Erebistan û Erebistan dê her derfetekê ji bo cihanîna pîlan û nexşeyên xwe li navçeyê bi kar bînin“.

Rawêjkarê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li warê navneteweyî her wiha bal kişande ser hilêxistina mijara bernameya mûşekî û amadebûna Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê ji aliyê Amerîka û hevpeymanên vî welatî û got: “Welatên rojavayî û hevpeymanên wan ên navçeyî li dû gefxwarin û lawazkirina Komara Îslamî ya Îranê ne“.

Elî Ekber Vilayetî her wiha derbarê hilêxistina Pîlana Rojhilata Navînê ya Mezin ji aliyê Amerîkayê va û got: “Armanca têrorîstan a cihanîan vê planê guherîna sînorên li navçeyê ji rêya pêkanîna duberetiyê di navbera firqe û mezheban da zanîn“.

Rawêjkarê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li warê navneteweyî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku welatên rojavayî bi cihanîna vê pîlanê dixwestin ku ewlehiya Rêjîma Siyonîst dabîn bikin, bi bîr xist ku Komara Îslamî ya Îranê bi hişmendiya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî komployên dijminan pûç kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu