NûçeRojhilatanavin

Cabêrî Ensarî: Erebistan divê rastiayn qebûl bike

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku divê Erebistana Siûdî rastiyên guhertî yên derdora xwe qebûl bike.

Sadiq Husêyn Cabêrî Ensarî li gotûbêja tev hejmara îro ya rojnama Îranê çapa Têhranê got ku siayseta şerê li hember alûgurên navxweyî û derve şikest xwariye û divê Erebistan siaysetên xwe bona jiyana li kêleka van alûgurana rêk û pêk bike.

Sadiq Husêyn Cabêrî Ensarî destnîşan kir ku pirsgirêka Erebistanê qebûlnekirina rastiyan û alûurên navxweyî û navçeyî û navneteweyî ye û înkarkirina van alûguran gelek xerc daniye ser milê siûdiyan.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Erebistan bona vegeriyana bo berê şer dike û got: Siayseta derve ya Erebistanê berûvajoya siayseta derve ya Îranê ye û berdewam şopandian vê siaysetê, bûye sedema alozî û qeyranê li navçê .

Sadiq Husêyn Cabêrî Ensarî got ku Îran li dû pêkanîna nakokiyê li peywendiyên tev Erebistanê û ti yek ji welatên islamî û cînar nîne, lê bernama sereke ya Erebistanê şerê li hember Îranê ye.

Sadiq Husêyn Cabêrî Ensarî destnîşan kir ev siayseta Erebistanê nikare zêde bidome û ev welata zû an dereng divê bi têgihîştina rastiyên cîhan û navçê, berjewendiyên xwe biparêze .

Başa dön tuşu