Serokê taxima Komara Îslamî ya Îranê li muzakirên Astanê li bara Sûriyê li bara pêşketina van muzakiran agahî da.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Huseyn Cabêriyê Ensarî roja sêşemiyê bal kişand ser pêvajoya seqamgirkirina aşitiyê li Sûriyê û şopandina belgeyên hevhatinê jibo misogerkirina agirbesê ji bernameyên gera sisiyan a muzakirên aşitiya Sûriyê ragihand.
Cabêriyê Ensarî got: Li gera sisiyan a muzakirên Astanê her wiha sê belge navbera nunerên welatan jibo hildana maynan û guhertina hêsîran li Sûriyê tê hilkolandin.
Taxima Komara Îslamî ya Îranê li muzakirên Astanê roja sêşemiyê tev taximên Rûsiyê û Tirkiyê cida gotûbêj kir.
Biryar e sibê çarşemiyê civîna sereke ya dewra sisiyan a muzakirên aşitiya Sûriyê bi beşdariya nunerên welatên îran, Rûsiye û Tirkiyê tev nunerên Urdin, Beşar Ceferî, nunerê dewleta Sûriyê û nunerê Ny li AStanê were li dar xistin.
Cabêriyê Ensarî roja duşemiyê jibo beşdariya li muzakirên Astana 3 gihêşt vî bajarî.
Dewra ewil a muzakirên aşitiya Sûriyê 23 û 24 Çillê û dewra dudiyan li 15 û 16 Sibatê li bajarê Astanê, paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin.
Ev muzakire bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê, bi armanca aşitiya li Sûriyê hatiye birêxistin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku Erebistan , Emerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiye piştgiriya wan dikin jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)