Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê raghand: Tu welatek nikare welatên din dayne qeraxê û rola Îranê li Sûriyê, pêvajoya Astanê û aşitiyê li vî welatî li gor rastiyê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Cabêriyê- Ensarî, Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê piştî kutabûna hevdîtian sêalî ya karzanên pilebilind ên welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wek berteka li hember şantajên hin medya dijber Li Tirkiyê li bara nebûna Îranê li Sûriyê got: Aktorên bi bandor û giring dê helwesta nemaqûl a hin welatan ji wan Emerîkayê neşopînin ji ber ku eva siyaseteke işkestxwarî ye.
Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê her wiha got: Îran bona bidestxistina aşitiya mayînde li çarçoveya muazkirên Astanê û peywedniyên navneteweyî hewl dide û dê kiryarên xwe jî bidomîne.
Cabêriyê- Ensarî bal kişand ser hevdîtinên îro çarşemiyê û duh bi nûnerên Rûsiyê û Tirkiyê li Moskowayê û got: Mêhwera van gotûbêjan çawaniya pêşdevirina pêvajoya aşitiya Astanê bû.